Xwepêşandanên Rojhilat û Îranê di roja 18’an de didome

Ev xwepêşandan di pêşengtiya jinê bi durişma Jin Jiyan Azadî pêk tê.
Jinên Ciwan ê Xwendekar lacika ku ji wan hatibû ferzkirin li serê xwe avîtin û dibistanan vegûherandin qada çalakiya.
Lê her ku diçe êriş û tundiya hêzên Îranê ya li ser xwepêşandêran
jî zêdetir dibe.
Li gor saziya mafê mirovan a Îranê heta niha zêdeyî 130 kes dixwepêşandanan de hatine kuştin.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 18’emîn de didomin.

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê gel ki dijî rejîma fişt a Îranê dîsa li qadan bûn.

Jin û ciwan di van çalakiyên de rola pêşngtiyê radibin.

Jinan di dibistankê Îranê de pêlê wênê reveberiyê dikin,

laçika ku awayeke cibarî datînin serê xwe derdixin

û bi diruşma “Bimre dîktator”, faşîzma desthilata Xameney şermezar kirin.

Li Îranê jinên li dibistanan jî laçik avêtin

Ev dîmen li bajareke îranê, li dibistaneke xwendekarên jin hatiye kişandin.

Jinên ciwan tev bi hev re porên xwe vedikin û mamoste dişînin mala wî.

Her wiha xwendekarên zanîngeha bajarê Îsfahanê jî bi durişmên “Azadî Azadî” êriş û polîtîkayên rejîma faşîst a Îranê şermezar kirin.

Ev der jî mintiqek din ê bajarê Îsfahanê ye.

Çalager mala polîseke rejîma îranê ku destê wî di kuştina çalageran de hebû şewitandin.

LI BAJARÊ SINÊ POSTERÊN RAYEDARÊN ÎRANÊ HATIN ŞEWITANDIN

Li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê jî xwepêşandêran agir berda posterên rêveberiya Rejîma îranê.

Xelkên Belucistanê qereqoleke hêzên Îranê xistin kontrola xwe​​​​​​​

Xelkên belûcîstanê jî di roja îro de heta niha dev ji qadan bernedane û li dijî faşîzma îranê çalakiyên cûr be cûr lidardixin.

Ciwanên Belucî qereqoleke leşkerên îranê bi dest xistin û rahiştin ala Îranê.

Li gor agahiyên herî dawî ya rêxistina mafê mirovan a Îranê heta niha di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de zêdeyî 130 kesan jiyana xwe ji dest daye, hezaran kes jî hatine girtin. arşîv karbîne.

Back to top button