YPJ`ê şehîd Avrîn Mahsûm bi bîr anî

YPJ`ê, şehîd Avrîn Mahsûm ku demekê xebatkara Navenda Ragihandinê ya YPJ`ê bû, bi bîr anî.
YPJ`ê soz da ku ew ê tekoşîna ku hevrê Avrîn daye meşandin bigîhinin serkeftinê û got:
“Em ê bêrawestîn li pey doza Avrînan bin.”

Navenda Ragihandina YPJ’ê ji bo şehadeta gerîlaya YJA Starê Avrîn Mahsûm daxuyaniyek da.

YPJ’ê di şexsê hevrê Avrîn Mahsûm de tevahî şehîdên çapemaniya azad bi bîr anî.

YPJ’ê di daxwiyaniyê de ev yek got:

“Hevrê Avrîn ji wan hevalanê ku bû şopdara mîrateya Gurbetellî Ersoz û Apê Mûsa.

YPJ: Li hember DAIŞ’ê her dem li ber xwe da

Li bajarê Efrînê di nava malbateke welatparêz de mezin dibe.

Di sala 2014’an de biryara beşdarbûna nava şoreşa Rojava dide.

Li hemberî êrîşên DAIŞ’ê weke jineke berxwedêr her dem cihê xwe girt.

Hevrê Avrîn hem şervantiya şoreşê kir hem jî heqîqeta şoreşê ji cîhanê re ragihand.”

YPJ: Hevrê Avrîn her dem bi hêvîtî dijiya

YPJ’ê piştrast kir ku Hevrê Avrîn bi sekna xwe ye bi coş bû navgîna rihê şoreşgertiya demê.

Hevrê Avrîn di kêliyên herî zor û zehmet de tu car bê hêvîtî nejiya.

Avrîn rihekî pîroz di nava xwe de dihewand.

Ji Efrînê heta Pêngava Tunekirina DAIŞ’ê hevrê Avrîn tekoşîneke bê eman da meşandin.

Di hemû eniyên şer de bû zimanê berxwedaniya doza mafdar a tekoşîna azadiya jinan.

YPJ: Em ê xeta hevrê avrîn bighînin serkeftinê

YPJ’ê da zanîn ku Hevrê Avrîn têkoşîneke bê hempa li dijî dagirkeran da meşandin.

“Bi vê têkoşînê sînorên heyî ji holê rakir.

Li hemberî hovîtiya dewleta Tirk di demeke kûrt de bû xwedî kedeke diyarker.

Em ê heta dawî tekoşîna ku hevrê Avrîn daye meşandin bigîhinin serkeftinê.”

Back to top button