Salih Muslim: Em ê heta bi hetayî li ber xwe bidin

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî li dijî êrişan helwesta xwe nîşan da û got:
“Dewleta Tirk ji bo temamkirina planê xwe yê têkbirinê cardin dest bi êrîşan kiriye.
Qada hewayî ji balafirên şer re vebûye.
Em ê heta bi hetayê li ber xwe bidin, em pişta xwe didin berxwedana gelê xwe.”

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, têkildarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava nirxandin kir.

Salih Muslim anî ziman ku mirov her tiştî ji dewleta Tirk hêvî dike û got:

“Em ketine rewşa xweparastinê.

Çi jî bibe em ê heta bi hetayê li ber xwe bidin.

Bila baweriya gelê me bi xwe û hêza xwe hebe.”

Muslim: Armanc ew e ku zirarê bide Rêveberiya Xweser

Muslim, nirxandina dema êrîşan jî kir û ev tişt anî ziman:

“Mirov ku li demê binêre, dewleta Tirk dema hemû kirinên xwe bi taybetî hildibijêre.

21’ê Hezîranê wê civîneke bi çar aliyan li Astanayê çêbibe.

Faşîzma Tirk, qey dixwaze bi kirinên xwe hêza xwe nîşan bide.

Armanca asas a dewleta Tirk ew e ku zirarê bide Rêveberiya Xweser.

Muslim: Em ne bawer in ku Rûsya helwest nîşan bide

Muslim bal kişan ser helwesta Rûsya, Îran û Sûriyê li dijî êrişan û got:

“Rûsya, niha hewceyê Tirkiyeyê ye.

Em texmîn nakin ku Rûsya tiştekî bike.

Rejîma Sûriyeyê ji xwe ji xeynî gotinên Rûsya û Îranê tiştekî nake.

Balkêş e ku kes dengê xwe ji êrîşên dijwar ên dewleta Tirk re nake.

Muslim: Em pişta xwe didin gelê xwe, çare berxwedan e

Hevserokê PYD’ê tekez kir ku ew xwe bi helwestên derve re girênadin.

Em pişta xwe didin hêza xwe û birêxistinbûna gel.

Em hewil didin ku hebûna xwe hem jî pîvanên demokratîk, biparêzin.”

Back to top button