Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî çeperên berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin.
Derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand.
Li gorî vê:
“Li herêma Zapê;
9’ê Nîsanê çeperên berxwedanê yên Sîda rastî êrîşa artêşa Tirk a dagirker hatin.
Hêzên Gerîlla ji bo parastina xwe bersiv dan û şer çêbû.
Heman rojê çeperên şer yên Sîda jî bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.
HPG’ê têkildarî bilonçoya êrişên di navbera 9 û 10 Nîsanê de agahî da û got:
“Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Çemço û Sîda 16 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.