Li Efrînê çeteyan kalemêrek ji gundê Me’iriskê revand

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe kalemêrek ji gundê Me’iriskê yê Şerayê revand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk kalemêrê bi navê Ebdellah ‘Ibrahîm Mihemed’ ê ji gundê Me’iriskê yê Şerayê revand.

Rêxistinê da zanîn ku çete ji bo berdana Ebdellah jî, 3 milyon lîreyên Sûrî fidiyê dixwazin.

“USCIRF” Bang li Tirkiyê kir ku “Ridwan Mihemed” berde

Li aliyekî din, Rêxistina Şopandina Azadiya Bawariyan li NY’î, bang li Tirkiyê kir ku şêniyê bi navê “Ridwan Mihemed” ê ji navçeya Reco berde.

Rêxistinê ragihand ku ew ji bo rewşa Ridwan bi fikar in û dibe ku çeteyan Ridwan bi dar ve kirine.

12’ê Tebaxê, çeteyan Ridwan bi beheneya ku ji bawariya Îslamê derketiye û bûye Xiristiyan ber bi cihekî ne diyar ve revand û heta niha çarenûsa wî nediyar e.

Back to top button