Çeteyan Xelîl Ebdo yê 59 salî li Efrînê revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker Xelîl Ebdo li Efrîna dagirkirî revand.

Çeteyên bi navê Polîsên Sivîl bi hevkariya çeteyên Semer Qend welatiyê temenmezin Xelîl Ebdo ku bi darê zorê ji gundê xwe Kefer Sefra hatibû koçberkirin, revandin.

Dema ku Hec Ebdo vedigere gundê xwe, ji aliyê çeteyan ve tê revnadin û ber bi girtîgeha Marata ve tê şandin.

Çeteyan li hember berdana Xelîl 10 hezar dolar fidye xwestine

Hat zanîn ku çeteyan li hember berdan wî 10 hezar dolar fidye ji malbata wî xwestine.

Firotina mal û milkên welatiyên efrîn

Li aliyekî din, firotina mal û milkên welatiyên Efrînê jî didome.

Çeteyek ji bajarokê Reyan ku firoşgeha welatî Mihemed Xelo yê ji navçeya Bilbilê desteserkiribû firot.

Efrîn POST diyar kir ku Çete firoşgeh bi hezar û 200 dolarî firotiye.

Efrîn-çete ji bo girtina pereyan, gefa destdirêjiyê li zarokê keç dike

Hovîtiya çeteyan li vir bi dawî nebû.

Vê carê, çete bi gefxwarinê û karanîna çekê, pereyan ji welatiyan distînin.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, serçeteyên Ceyş El Şerqiyê gef li welatî Osman Xorşîd ê ji navçeya Cindirêsê xwar.

Torê diyar kir ku serçete ji Xorşîd re gotiye, Eger tu 3000 dolar bacên musima zeytûnan nedî, em ê destdirêjiyê li keçên te bikin.

Torê da zanîn ku serçete tenê hefteyek dem daye Xorşîd da ku 3000 dolarî bide wî û ger nede dê kiryara xwe ya hov bi hêza çekê pêk bîne.

Efrîn-Welatî ji bo li malên xwe bi cih bibin hezar û 500 dolarî didin

Ne tenê ev, çeteyên Suleyman Şah jî bi hinceta piştgiriya Sindûq El-Sewra li ser her malbatekê ku tê dersînorkirin an jî vedigere warê xwe bacan ferz dike.

Hate diyarkirin ku çete ji her malbatekê 1500 dolarî distîne da ku bikevin malên xwe de û eger ev yek red kirin bi behaneya ku bi Rêvberiya Xweser re kar dikirin, têne revandin.

Li Efrîna dagirkirî, ciwanek hat revandin

Back to top button