Li Tiltemirê ji ber nebûna ava paqij nexweşî pêşketiye

Dewleta Tirk a dagirker Ava Elok qutkiriye ev yek jî bandorek mezin jiyana şêniyên li Til Temirê kiriye û ji ber kêmbûna avê li herêmê nexweşî gelek pêşketiye.

Derbarê vê mijarê de welatiyê bi navê Welîd Şakir Ebdullah ji Til Temrê axivî û got:

Ji ber dewleta dagirker ava Elok qutkiriye em jî mecbûr ava bîran a neparzûnkirî kartînin, ev jî bi xwe re nexweşî anî.

Lê em çi pirsgirêka re jî rû bi rû bimînin jî em dev ji axa xwe bernadin.”

Bijîşk Omer Mardo da zanîn ku ji ber qutkirina avê û bikaranîna ava ne baş nexweşîyên mîna navçûn û îltîhaba roviyan belav bûne.

Xwediyê kargehên kerpîçan Ezîz Xiro jî diyar kir ku qutkirina avê bandor li karê wî kiriye û bi paş ketiye.

Her wiha berpirsê Daîreya Avê ya Til Temirê Xalid Mihemed anî ziman ku bi gelek altirnetîfan hewildan kir pisgirêkê sivik bikin lê ava heyî ji bo welatiyan bi kar nayê.

Mihemed di dawiyê bêdengiya navneteweyî li hember sûcên qutkirina avê şermezar kir.

Back to top button