Ji Koreya Bakur û Amerîka: Ez ê li balafirên te yên sixuriyê bidim

Di navbera Koreya Bakur û Amerîkayê de, careke din peyamên gefxwarinê tên dayîn.
Koreya Bakur diyar kir balefirên sîxur ên Amerîkayê qada wan a asîmanî bin pê dike û gef xwar ku wê li van balefiran bide.

Rêveberiya Pyongyang û Waşînton careke din hatine pêşberî hev.

Gefxwarinên navbera herdû welatan de, dext zêde kiriye.

Berdevkekî Wezareta Parastinê ya Koreya Bakur diyar kir ku DYA ‘Ji asta şer wêdetir xebatên sîxuriyê zêde kiriye’ û di meha Tîrmehê de li ser hev heşt rojan çend firînên ‘provokatîf’ pêk aniye.

Berdevk diyar kir balefireke keşfê ‘gelek caran’ ji ser Derya Japonyayê ketiye qada hewayî ya Koreya Bakur.

Rayedarê Koreya Bakur, bal kişand ku Pyongyangê berê jî balefirên Amerîkayê xistibû û diyar kir wê xebatên sîxuriyê yên Waşîngtonê bêbersiv nemîne.

Waşîngtonê li gorî deklarasyoneke ku di meha Nîsanê de bi Seûlê re îmze kirî diyar kiribû wê keştiyeke binavê ya moşekên balîstîk, piştî bi dehan salan nêzî Koreya Başûr bibe lê dîroka wê zelal nekiribû.

Têkiliyên di navbera her du Koreyan de di asta herî kêm de ye.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un sala borî statûya hêza nukleerî ya Pyongyang wekî “nabe ku vegere” binav kir û peyam dabû ku çekên taktîk nukleer jî tê de wê hêza xwe ya çekdarî xurttir bikin.

Seûl û Washîngtonê diyar kiribû eger Pyongyang li hemberî wan çekên atomê bi kar bîne ew ê jî bersiveke nukleer bidin û wê ‘dawiya’ hikumeta heyî bînin.

Koreya Bakur ji despêka salê ve bêtrî 40 moşek ceribandiye

Îsal Koreya Bakur moşekên balîstîk ên ji parzemînekê heta parzemîneke din jî dinav de, bêtirî 40 moşek ceribandiye.

Back to top button