Rûsya bo mijara “Fermandarên Azov” bertek nîşanî Tirkiyê da

Serdana Serokomarê Ukrayna Zelensky ya ji bo Tirkiye û peymanên bi Enqerê re, Moskow bihêrs kir.
Di serdana Zelensky de, Tirkiyê “Fermandarên Azov” şandin Ukraynayê.
Li gorî peymana bi Rûsya re, ev fermandar divê li nava xaka Tirkiyê maban.
Ji ber vê yekê Rûsya bertek nîşan da û got: Peyman hatiye binpêkirin.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky di vegera xwe ya ji Tirkiyê de karî Rûsya bihêrs bike.

Zelensky li gel xwe fermandarên Azov yên divê li gorî peymana Enqere-Moskow li Tirkiyê maban jî vegerand.

Ev yek rastî berteka Kremlînê hat.

Di dema dorpêçkirina Mariupolê ji aliyê Rûsyayê ve, 5 fermandarên ku li Ukraynayê ji ber berxwedana xwe ya li fabrîqeya pola Azov wek leheng hatin dîtin, li balafirxaneya Stenbolê ji aliyê Zelenskiy ve hatin pêşwazîkirin.

Piştre Zelensky û fermandar bi heman balafirê vegeriyan Ukraynayê.

Li gorî nûçeya AFP û ajansên dpa, Serokatiya Ukraynayê diyar kir ku fermandarên Azov di encama “danûstandinên bi aliyê Tirkiyê re” hatine vegerandin.

Fermandarên Alaya Azov a artêşa Ukraynayê di Gulana 2022’an de ji aliyê Rûsyayê ve hatin girtin.

Piştre jî bajarê Mariupolê bi giştî hat kontrolkirin.

Fermandarên navborî di nav wan leşkerên ku Îlona borî di pevguhertina girtiyan a di navbera Rûsya û Ukraynayê de hatibûn berdan û birin Tirkiyê de bûn.

Di peymanê de hat destnîşankirin ku heta dawîya şer fermandar li Tirkiyê bimînin.

Rûsya Alaya Azov wekî “Neo-Nazi” binav dike.

Lê ev alay ji di nava Ukrayniyan de weke welatparêzên tund tên naskirin.

Kremlîn: Peyman hatiye binpêkirin

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li ser mijarê daxuyaniyek parve kir û got:

“Vegera fermandarên Azov ji Tirkiyê bo Ukraynayê, rasterast binpêkirina peymanên heyî ne.”

Dmitriy Peskov diyar kir ku şertên peymanê ku tê gotin ev leşker heta dawîya şer li Tirkiyê bimînin hem ji aliyê Ukrayna û hem jî ji aliyê Tirkiyê ve hatine binpêkirin.

Peskov vegerandina fermandarên Azov wek gaveke girêdayî “têkçûna êrîşa dijber” ya ku ji aliyê Ukrayna ve hatiye destpêkirin û daxwaza Enqereyê ya ji bo nîşandana “hevgirtinê” beriya civîna bilind a NATOyê pênase kir.

Back to top button