HDP’ê li Wanê bi rûsipiyan re û li Çewligê bi gel re civiya

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Wanê di çarçoveya hevdîtinên “Banga Demokrasiyê” de li Wanê bi rûsipiyan re civiya.
Di çarçoveya kampanya “Dema Azadiyê” de jî li avahiya HDP’ê ya Çewliqê hevdîtina bi gel re pêk hat.

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Wanê di çarçoveya hevdîtinên “Banga Demokrasiyê” de li Wanê bi rûspiyan re civînek li dar xist.

Civîn li otelek bajêr hat lidarxistin û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk DBP Salîha Aydenîz û gelek siyasetmedar û rûspî amade bûn.

Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn axaftina destpêkê kir û anî ziman ku tevî hemû zextan jî wê têkoşîna xwe bidomînin.

Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Ozgur Zeydanoglu jî behsa rola HDP’ê ya ji bo azadî, demokrasî û aştiyê kir û destnîşan kir ku bi her awayî muxatabê çareseriyê Rêber Ocalan e.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurd û pirsgirêka kurd û got:

Beşdariya rûspiyan a li vê otêlê bersiva herî wate a ji bo yekîtiyê ye.

Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, wê tu pirsgirêk çareser nebe.

Çareserî bi rakirina tecrîda li ser Ocalan pêkan e.”

Hevşaredarê Mêrdînê Ehmed Turk ê ku qeyûm danîn şûna wî jî bi rêya dîmen beşdarî civînê bû û got:

“Siyaseta gelê kurd çiqas mezin bibe, wê li her çar parçeyan jî bandorek mezin çê bibe.. Polîtîkayên sîstemê tenê bi têkoşîna yekîtiya neteweyî dikarin werin pûçkirin.”

Di çarçoveya kampanya “Dema Azadiyê” de li avahiya HDP’ê ya Çewliqê jî hevdîtina bi gel re pêk hat..

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk-DBP’ê Keskîn Bayindir, û gelek welatî tevlî hevdîtinê bûn.

Despêkê Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku li Tirkiyê ew bi desthilateke ku kontrola xwe winda kiriye re rû bi rû ne û got:

Deklarasyona HDP’ê ku weşad, eşkere kir ku di pêvajoya pêş de em ê helwesteke çawa nîşan bidin. Xeta me Rêya Sêyem e.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî destnîşan kir ku 98 sal in li ser Kurdan qirkirin pêk tê û ev tişt anîn ziman:

“Tinekirina ziman, dîrok, çand û gel di çarçoveya Destûra Bingehîn de hatine meşandin.”

Ozturk Tecrîda li Îmralî jî bi bîr xist û wiha bang li muxalefetê kir:

Bêyî şikandina tecrîdê divê kes qala çareseriya krîzên li Tirkiyê neke.

Back to top button