Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê piştî kongreya 4. civîna xwe ya yekem li dar xist

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, piştî kongreya xwe ya 4’emîn, doh civîna yekem li dar xist.
Di civînê de hate gotin, PDK’ê heta niha tenê ji bo berjiwendiyên xwe gelê Êzidî bikaranîne.
Berpirsê Foca Laleşa Şengalê Xal Elî jî bi rasthatina salvegera rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê destnîşan kir ku PDK’ê li Şengalê şer nekir, berovajî bi çeteyên DAIŞ’ê re li hev kir.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ku 23’ê Tîrmeha 2021’ê Kongreya xwe ya 4’emîn li dar xist, civîna xwe ya destpêkê ya rêveberiya nû doh pêk anî.

Hevserokên meclîsên herêman tevlî civînê bûn.

Di civînê de rapora Desteya Rêveber a li ser du mehan hate xwendin.

Hevserokê MXDŞ’ê Merwan Bedel di civînê de axivî û îşaret bi krîza siyasî û îdarî ya li Iraqê kir.

Merwan Bedel diyar kir ku li Iraqê krîzeke siyasî û civakî heye, herwiha rêya çareseriyê ya ku desthilatdarî pêşkêş dike ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin.

Merwan Bedel: PDK gelê Êzidî tenê ji bo berjiwendiyên xwe bikar tîne

Bedel di dewama axaftina xwe de bal kişand ser kirinên PDK’ê yên li dijî Şengalê jî û wiha got:

“Ji sala 2003’an heta 2014’an Şengal ji aliyê PDK’ê ve hate birêvebirin û Êzidî tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî.

Ji ber vê yekê jî li Sîba Şêx Xidir û Til Izêr komkujî hate kirin. Ji bilî koletiyê rêyeke din li pêşiya Şengaliyan nehiştin.

Ji ber vê yekê jî xelkê Êzidî peymana 9’ê Cotmehê qebûl nake.

PDK’ê 11 salan Êzidî bi kar anî, piştre jî ew radestî DAIŞ’ê kirin. Lewma rêveberiya wan qebûl nake.”

Ji rûspiyên eşîra Mala Zero Şêx Şemo jî ku di civînê de amadebûn axivîn û destnişankirin ku ji her maleke Êzidî, ji ber PDK’ê 10 kes kete destê DAIŞ’ê.

Rûspiyan diyar kirin ku ji ber vê yekê ew hebûna PDK’ê ya li Şengalê qebûl nakin.

Endama Meclîsa Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Kinê jî bal kişand ser têkoşîna li Şengalê û got,

“Li her devera cîhanê mafên jinan têne binpêkirin. Li hemberî vê yekê jî jin ji bo azadiyê têdikoşin. Em jinên Şengalê ji bo welatê xwe, şehîdên xwe, doza xwe têdikoşin.

Berpirsê Foca Laleş a Şengalê Xal Elî: PDK li Şengalê li dijî DAIŞ’ê şer nekir

Li aliyê din ji salvegera rizgarkirina Şengalê ku di 13’ê Mijdara 2015’an de ji aliyê gerîlayên PKK’ê, û şervanên YPG’ê YPJ’ê ve hate rizgarkirin 2 roj man.

Yek ji kesên beşdarî vî şerî bûye û şahidî ji wan rojan re kir Berpirsê Foça Laleş a Şengalê ya Heşda Şabî Xal Elî ye.

Xal Elî bal kişand ser rola PDK’ê ya di qirkirina gelê Êzidî de û diyarkir ku PDK’ê, hem di dema radestkirina Şengalê de, hem jî di pêngava rizgarkirina Şengalê de bi DAIŞ’ê re lihevkirine.

Xal Elî anî ziman ku plana radestkirina Şengalê, bi plan bû û got: “Ev plan bi destê PDK’ê hate kirin û bi lihevkirnê Şengal radestî çeteyên DAIŞ’ê hate kirin.”

Di dawî de Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Xal Elî banga vegera Şengalê li koçberên Êzidî kirin.

Back to top button