Êş û berxwedana penaberiyê bi rêya hunerê vedibêje

Xurbet ev 28 sal in ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk ji warên xwe yên Bakurê Kurdistanê pênaber bûye.
Xurbeta ku niha li kampa Mexmûrê dimîne, dibêje ew ji zaroktiya xwe ve êş û azarên civaka xwe, bi taybet êşên jinên penaber li ser rûpelên spî xêz dike.

Xurbet Tunç jinek ciwan a ji bakurû Kurdistanê ye.

Lê ji ber zolm û zora dewletê ji cih û warê xwe dûrketiye, ev 28 salin li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dimîne.

Bi xêzkirinên xwe êş, berxwedan û hêviyên serkeftina jinên penaber li ser rûpelên spî dinexşîne.

Ji ber hezkirina zêde Xurbetê dest bi wênexêzkirinê kiriye.

Xurbet xwe di xêzkirina wêneyan de dibîne û pêşadibe.

Xurbet Tunç bal kişand li ser rêgiriya ku ji aliyê PDK’ê ve ev nêzî sê salin dewam dike û destnîşankir ku ji her hêlê ve dergeh li ser wan hatiye girtin.

Ew di hunera xwe de herî zêde cih dide êş, azar, rastî û keda jinê.

Xurbet Tunç dibêje di nava wargehê de gelek derfetên xebatan heye û ji bo pêşketina ciwanan jî nêzîkatî başin.

Herî dawî jina ciwan Xurbet Tunç diyar kir ku ger xwestek hebe, hemû kes dikare di her karî de pêşbikeve û bang li ciwanan kir da ku berê xwe bidin hunerê.

Back to top button