Çeteyên dewleta Tirk ji navçeyên Şêrawa û Raco 2 jin, 6 kes revandin

Ji Efrîna dagirkirî, rojane nûçeyên revandina welatiyan û talankirina malûmilkên wan tên bihistin..
Çeteyan ji navçeyên Raco û Şêrawa, 2 jin di nav de, 6 kes revandin.
Tenê ji destpêka vê mehê û heta niha çeteyan 48 kes ji Efrînê revandine.

Sûc ê hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê her diçe zêde dibe.

Çeteyên dewleta Tirk her cure kirinên dermirovî li dijî welatiyên Efrînê didomînin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çeteyan ji gundê Xezawiyê yê girêdayî navçeya Şêrawa di nav de 2 jin, 5 kes bi hêcetên bê bingeh revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne:

Eymen Mihemed Elî KÊfo yê 27 salî.

Hevjîna Eymen Benefşe Mihemed Nûr Kêfo ya 25 salî û dayîka 2 zarokan e.

Nûvîn Mihemed Elî Kêfo yê 25 salî.

Kawa Horo û Mesûd Horo.

Li gundê Kosanlî yê bi ser navçeya Raco jî çeteyan kesê bi navê Xebat Mislim Bekir revand û birin cihekî ne diyar.

Hate zanîn ku ev cara sêyem e ku kesê bi navê Xebat tê girtin û her car di berdêla berdana xwe de pereyan dide.

Ji destpêka vê mehê heta niha çeteyan 48 kes revandine

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê çeteyan tenê ji serê mehê heta niha 48 kes revandine.

Çeteyan 6 malên koçberên Efrînê ku berê dest danîbûn ser firotin

Li kêleka girtin û revandinê, talankirina malûmilkên welatiyên Efrînê ji aliyê çeteyan ve dewam dike.

Çeteyan 6 malên koçberên Efrînê ku berê dest danîbûn ser, firotin çeteyên ku ji Xute hatine û li Efrînê hatine bicihkirin.

Li aliyekî din, li gundê Êstêr ê bi ser navenda bajarê Efrînê, çeteyan 80 darên zeytûnê birîn û firotin.

Bi destpêka dema guvaştina zeytûnan jî, serçeteyê bi navê Ebû Emşe çeteyên xwe rêdike guvaştgehên zeytûnê, li her guvaştgehekê 2 çete danîne, da ku bacan li ser zeyta zeytûna ferz bikin.

Li gorî hatiye zanîn, serê 5 tenekeyên zeytê, çete 2 teneke weke bac ji xwe re dibin.

Back to top button