Li Efrînê çete mûsima gûzan ji gundên Cindirêsê didizin

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên xwe diziya mûsima gûzan li 3 gundên navçeya Cindirêsê kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan, ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker musima gûzan ji gundên ‘Til Tewîl, Cûmkî, Qijûma yê navçeya Cindirêsê, Maratê yê girêdayî navenda bajêr û Birc Ebdullah ê Şêrewayê dizîn.

Çeteyan darên behîvan ên li Mabatayê birîn

Li aliyekî din jî, malpera Afrîn Post diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk 20 darên behîvan ên malbata ‘Etnê’ yê Mabatayê birîn.

Çeteyan tabûtên qermîdê ji şkefteke Mabatayê derxistin

Çete her wiha şkefteke kevnar li nêzî bîra Romanî ya li navçeya Mabata dikolin û talan dikin.

Li gorî malpera Afrin Post, çeteyan hin tabûtên ji qermîdê derxistine û veguhestine cihekî nediyar.

Back to top button