Hefter: Artêşê projeya çeteyan li Lîbyayê têk bir

Fermandar giştî yê artêşa niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter teqez kir ku avakirina dewleteke serbixwe û berdana hêzên biyanî, armanca sereke ya gelê Lîbyayê ye.

Hefter, di civînekê bi serkirdeyên artêşê re diyar kir ku artêşê, rê li ber çeteyan, li tevahiya herêmê girt, ji ber armanca wan kontrolkirina Lîbya û samanên wê ye.

Ev civîn, di çarçoveya xurtkirina dezgeha leşkerî ji bo rûbirûbûna aloziyan de hat lidarxistin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Terablusê kir

Li aliyekî din, duh wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu serdana paytexta Lîbya Terablusê kir û bi hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî re civîn pêk anî.

Çavuşoglu bi serokê Hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî ya Lîbyayê Fayîz El-Serac û Wezîrê Derve yê Maltayê Îfarîst Bartûlû re civiya.

Çavuşoglu dev avêt opersyona Erini ya YE, ku çavdêriya qedexekirina şandina çekan bo Lîbyayê dike.

Back to top button