Li Ezazê, cenazeyê kesekî Efrînê kuştî hate dîtin

Piştî revandina wî bi hefteyekê, şêniyekê Efrînê di nava zeviyên herêma Ezazê de, kuştî hat dîtin. 

Li gorî agahiyên ji Efrînê, cenazeyê Qais Gênco ku ji şêniyên taxa Eşrefiyê ye, di nava zeviyên herêma Ezazê de, kuştî hate dîtin.

Gênco, berî hefteyekê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû revandin û êşkencekirin.

Li Efrînê, çeteyan dikaneke pereguhertinê talan kir

Malpera Afrîn Post jî diyar kir ku duh komeke çeteyên dewleta Tirk dikaneke pevguhertina pereyan li navenda Efrînê desteser kir û hemû pereyên di dikanê de dizîn.

Di heman çarçoveyê de, çeteyan bi ser gundê Maratê de jî girt û 8 serî pezên malbatekê dizîn.

Çeteyan 1100 darên şêniyên Efrînê birîn

Jixwe talan û birîna daran li Efrîna dagirkirî bi dawî nabin..

Li gorî malpera Afrîn Post, çeteyan 600 darên zeytûnan li navçeya Şiyê birîn.

Di 11’ê Hezîranê de jî, 500 darên 2 şêniyên Efrînê li navçeya Mabatayê hatin birîn.

Back to top button