
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser biryara bi jimar 64 a zêdekirina mûçeyên tevahî karmendan derxist.
Hevserokatiyê destnîşan kir ku ev zêdebûn, ji sedî 150 ye û ji 1’ê meha 6’an ve, dikeve merîyetê.
Hevserokatiyê her wiha diyar kir ku, ev zêdebûn ji bo hemû karmendên girêdayî Rêveberiya Xweser e.
Hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mihbaş got:
“Her ku nirxê lîreyê Sûrî li beramberî dolarê Amerîkî kêm bibe, wê mûçe bêne zêdekirin.”