Hêzên Rizgariya Efrînê – HRE ragihand ku wan 3 çalakî li Efrîn, Şêrewa û Ezazê pêk anîn û leşkerek û 8 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
HRE’ê derbarê hersê çalakiyên xwe de, ev agahî par ve kirin:
12’ê Hezîranê, hêzên Rizgariyê li ser rêya gundên Xezewî û Birc Heyder ya girêdayî navçeya Şêrawa, çalakiyek pêk anî û 3 çete hatin kuştin.
13’ê Hezîranê jî li Efrînê, çalakiyeke sabotajê pêk hat û 3 çete hatin kuştin.
Di heman rojê de, Hêzên Rizgariyê li Babê çalakiyeke din pêk anî û di encamê de çeteyek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.
15’ê Hezîranê jî, li gundê Kefer Xaşir ê bajarê Ezazê, rêzeçalakiyên sekvanî pêk hatin û leşkerekî Tirk û çeteyek hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.