Almanya û Belçîka daxwaza vekirina deriyê Til Koçer ji Konseya Ewlekariyê kir

Almanya û Belçîkayê daxwaz ji Konseya Ewlekariyê ya “NY” kir ku deriyê Til Koçer ya di navbera sînorê Iraq û Sûriyê, heya 6 mehan bê vekirin..

Ji bo şandina alîkariyan vê hefteyê Almanya û Belçîkayê projeya vekirina sînorên Sûriyê heya salekê bê dirêjkirin, ji Konseya Ewlekariyê re xwest..

Herdu welatan diyar kir ku 11 milyon sûrî bi hewcedariya alîkariyê ne, vekirina sînor jî ji bo peydekirina pêdiviyên wan çareseriyeke lezgîn û demkî ye.

Piştî pêkanîna vetoya 14 ya ku ji dema şerê Sûriyê ve hatibû destpêkirin, Rûsya jimara dergehan, kêm kir û ji 4 dergehan tenê hişt 2 bên bikaranîn.

Rûsyayê wê demê li ser hevalbendên xwe ferz kir ku dema nîqaşê heta 6 mehan dirêj kir, ev dem 10’ê Tîrmehê bidawî dibe.

Back to top button