Di çalakiyên 1’ê Îlonê de tecrîda Îmraliyê hat protestokirin

Li Bakurê Kurdistanê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li qadan bûn.
Partî û rêxistinan peyama şikandina tecrîda li îmraliyê dan.

Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek bajarên Bakurê Kurditanê daxuyanî dan.

Partî û rêxistinan diyar kirin ji Efrînê heta Rojhilatê Kurdistanê, ji Şengalê heta Mexmûrê bi milyonan însan ji ber şer ji warê xwe bûne û gotin:

“Şer çanda jiyankirina mirovan wêran dikin. Lewma divê şer bi dawî bibe.”

Her wiha di daxuyaniyan de tecrîda li dijî Rêber Apo jî hate protestokirin û hat diyar kirin ku ji bo aşitiyeke mayînde divê dawî li tecrîdê were anîn.

Back to top button