Şêniyên Reqayê sersaxî ji malbatên şehîdên Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ re xwestin û soza dewamkirina riya şehîdan dan.
Bi sedan şêniyên Reqayê berê xwe dan bin konê sersaxiyê yê 5 şervanan û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.
Di merasîmê de bavê şehîd Xalid Zêno axivî û rola şehîdan û fedakariyên wan ên pêkanîna ewlehiyê silav kir.
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ehmed El-Hemod jî soz da ku ew ê li ser rêça şehîdan bimeşin û tola wan hilînin.
Hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Luey El-Îsa jî got:
“Şehîd di oxira parastina şêniyên Dêrazorê û pêkanîna ewlehiyê û têkbirina fitneyan de canê xwe dan, em bi saya van şehîdan bi ewle dijîn.”