Li Reqayê jî şêniyan cenazeyên şehîdên Lîwa El-Şemal a Demokratîk ku di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” şehîd bûbûn, li Goristana Şehîdan a Mezreaya HIkumiye oxir kirin.
Bi sedan şêniyên Reqayê, saziyên sivîl, leşkerî û partî tevli merasîma oxirkirina 5 şehîdan bûn.
Di merasîmê de ji fermandarên QSD Mehmûd Hebîb axivî û got:
Leheng û ciwanên herêmê, bê teredud, li gorî rihê nîştimanî, exlaqî û şoreşgerî bangewaziya welêt, dibersivînin.
Her 5 şehîdan banga welêt, bi cihanîn tevlî operasyonê bûn, bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn.
Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed El-Zîb jî sersaxî xwest û diyar kir ku şehîdan di oxira pêkanîna ewlehiyê li herêmê û tunekirina DAIŞ’ê de şehîd bûn.
Operasyon, nîşan dide ku ew bi fikrê neteweya demokratîk ve girêdayî ne û ji bo sepandina vî fikrî, banga welêt bersivand.
Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin û şehîd bi dirûşmeyan hatin oxirkirin.
QSD: Di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de 5 şervan şehîd bû