28 PARTIYAN BANGA ME ERÊ KIRIYE, TENÊ ENKS Û PÊŞVERÛ TI BERSIV NEDANE

Berdevkê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya KNK- Rojava Dilawer Zengî li ser qonaxa duyemîn a pêngava KNK’ê axivî.
Zengî dest nîşan kir ku 28 partiyan banga yekîtiyê erê kirine û got:
Pêwîst e ev proje bi ser bikeve. Xeta me ya sor ewlekariya neteweyî ya kurdî ye.

Berdevkê Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a şaxê Rojava Dilawer Zengî di çarçoveya xebatên KNK-Rojava yên qonaxa yekem û duyemîn de, axivî.

Dilawer Zengî diyar kir ku di encama qonaxa yekemîn ya KNK`ê de 28 partiyan banga yekitiyê erê kiriye lê belê ENKS û Pêşverû tu biryara yekîtiyê nedaye.

Tevî vê yekê jî me deriyê nîqaş û danûstandinan ne girtiye.

Zengî têkildarî vekirina navendên partiyan ên bê ruxsatkirî û berdana girtiyên siyasî jî ev agahî dan:

“Gelek partî navendên xwe li herêma Firat û Cizîrê vekirin.

Tenê ENKS`ê heta niha tu navendên xwe venekirine.

Bi rêbazeke fermî tu navên girtiyên siyasî jî nedane.”

Dilawerê Zengî destnîşan kir ku biryara siyasî yên partiyên Kurd heger di destê wan de be wê heyrana yekitiya tevgera siyasî bin.

Lê belê hin partiyên kurdî di nav de ENKS`ê biryara xwe ji derveyî Rojava yê Kurdistanê digrin.

Pêwîst e bajarê Qamişlo bibe peytaxta çareseriya biryarên siyasî.

Partiyên ku li dijî yekitiyê disekinin, wê gel lêpirsinê ji wan bixwaze.

XETA ME YA SOR EWLEKARIYA NETEWÎ YA KURDÎ YE

Dilawer Zengî bi bîr xist ku xeta wan ya sor ewlekariya neteweyî ya kurdî ye û pêwîst e tu kes vê xetê derbas neke.

Berdevkê komîteya têkiliyên Dîplomasî ya KNK’ê Rojava Zengî ji bo pêvajoya qonaxa duyemîn a KNK`ê jî ev tişt anî ziman;

Veger ji vî karî tune ye û pêwîst e ev proje bi ser bikeve.

Komîteya Siyasî û Komîteya Dîplomasiyê hatin avakirin.

Serdanên me jî wê bidomin.

Di demeke kin de wê kongreyek were lidarxistin.

Hemû partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, kesayetên serbixwe beşdar bibin.

Têkildarî kongreyê komîteya siyasî belgeyên lêvegera siyasî amade dikin.

Leave a Reply

Back to top button