Li Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya raman û rojnamevaniyê ‘Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe’ hate avakirin.
Hejmarek rojnamevan, nivîskar û azadîxwazên Başûrê Kurdistanê ji bo çêkirina raya giştî li dijî her hewlek ji bo sînordarkirina azadiya raman û rojnamevan ferasyonek ava kirin.
Federasyona bi çend xalan armancên xwe eşkerekirin û gotin:
- Hewldanên berfirehkirina qada giştî.
- Hemû tevger û hewldanên astengkirina azadiya ramanê paşguh neke û li dijî wê têbikoşe.
- Hewldan ji bo afirandina raya giştî li dijî her zagon û rêziknameyên ku azadiya ramanê dixe bin lêpirsînê.
- Li hember her binpêkirin û êrîşên li ser medya û rojnamevan, nivîskarên serbixwe û azad, rabin ser piyan û bibin xwedî helwest.
- Hewldan ji bo karkirina bi hev re ji bo afirandina jîngeheke erênî ji bo karê ragihandinê û azadiya nivîsandinê.
- Çêkirina peywendiyan bi rêxistinên navnetewî re ku li gorî armancên Federasyonê bin