Şehîdên komkujiya Zergelê li Binarê Qendîlê hatin bibîranîn

Şehîdên komkujiya gundê Zergelê di 8’emîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê malbat, Encûmena Gel ya Binarê Qendîlê ,malbatên şehîdan, û welatiyên herêmê ve hatin bibîranîn.

Di merasîmê bîranînê de li ser navê malbatên şehîdên komkujiya Zergelê axaftin hate kirin û balbatê balkişand li ser êrîşên dewleta tirk ya dagirker.

Malbatên şehîdan axivî û gotin:

“Dewleta Tirk ya dagirker komkujiyan pêktîne û armanca wê ne tenê dagirkirina Qendîlê ye, dagirkirina her çar beşên Kurdistanê ye.

Em weke malbatên şehîdan, tu carî Qendîlê terk nakîn, lê ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re şermeke mezine ku çavê xwe li komkujî û bombebaranên dewleta Tirk digire.”

Piştre li ser navê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê peyameke şermezarkirinê hate xwendin û got:

“Armanca dagirkeriya Tirk ne tenê gerîlaye. Armanca wî her derê kurdistan dagirkirine.

Divê em li dijî êrişên li ser Qendîl, Mexmur, Şengal û Rojavayê kurdistanê bibin yek”

Di dawiyê de bîranîn bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

Back to top button