Artêşa Niştimanî ya Lîbî 6 dronên dewleta Tirk xistin xwar

Artêşa Nîştimanî ya Lîbî, 6 dronên dewleta Tirk xistin xwar û 15 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.

Dronên Tirkî dema ji balafirgeha Mi’êtîqa derketin û berê xwe da navendên Artêşa Nîştimanî, ji aliyê pergala parastinê ya Artêşê ve hatin xistin.

li ser erdê jî artêşa nîştimanî bi bêhtirî 60 moşekan êrîşî balafirgehê kir û 15 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin.

Agirbesta ku li Lîbyayê hatibû ragihandin, bi gurbûna şer li hemû eniyên Trablusa paytext re, bi fermî rûxiya.

Berdevkê artêşê Ehmed Mismarî, hêzên Wîfaqê bi binpêkirina agirbestê û kuştina dîlgirtiyan, tawanbar kir.

Back to top button