Bafil Talebanî: Erkê me hemûya ne ku mafên Kurdên Êzdî biparêzin

Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî ragihand ku biryara naskirina jenosîda Êzdiyan ji aliyê hikûmeta Brîtanyayê ve gaveke erênî û cihê keyfxweşiyê ye.

Di salvegera 9’emîn ya Komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê de li dijî civaka Êzidî ya Şengalê, hikûmeta Brîtanyayê bi awayek fermî jenosîda li dijî xelkê Êzidî hatiye kirin, nas kir.

Bafil Celal Talebanî têkildarî biryara hikûmeta Brîtanyayê peyamek weşand û tê de spasiya gel û hikûmeta Brîtanyayê kir û got:

“Li ser asta Kurdistanê erkê me hemûyane ku hewlên xwe ji bo bidestxistina piştevaniya civaka navnetewî ji bo naskirina tawanên ku li dijî gelê me hatine kirin wek jenosîd û parastina mafên Kurdên Êzidî zêdetir bikin.”

Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an

Back to top button