Brîtanya qirkirina li dijî Êzdiyan bi fermî nas kir

Brîtanya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a çeteyên DAIŞ’ê li ser civaka Êzidî bi fermî weke ‘qirkirinê’ nas kir.

Piştî 9 salan welatên cîhanê ji nûve rastiya hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ya bi serê civaka Êzidî aniyê dibîne.

Wezareta Karên Derve ya Brîtanya daxuyaniyeke nivîskî weşand û qirkirina 3’ê Tebaxa 2014’an nas kir.

Wezîrê Karûbarên Hevbeş û Pêşketinê yên Derve (Asyaya Başûr, Afrîka, NY, Mafên Mirovan) û Nûnerê Taybet ê Serokwezîr ji bo Pêşîlêgirtina tundiya Zayendî Tariq Ahmad got,

“Şêniyên Êzidî beriya 9 salan êşên gelekî giran ji destê DAIŞ’ê kişandin û bandora vê yekê hîn jî dewam dike.”

Wezîr got,

“Edalet û hesabdayin ji bo mirovên ku jiyana wan parçe parçe bûye, gelekî girîng e.”

Ahmad diyar kir ku ev naskirina ‘dîrokî’ soza Qraliyeta Yekbûyî ya ji bo ‘wergirtina mexdûran a ji bo tazmînatê û xwegihandina edaleteke bi wate’ xurt dike.

Brîtanya heta niha bûyerên li pênc deveran weke qirkirinê nas kiriye.

Beriya niha Qirkirina Cihûyan, Bosna, Rûanda, Srebrenîca û Kamboçyayê weke qirkirinê nas kiribû.

Beriya biryara Brîtanya, Dîwana Edaletê ya Federal a Alman di 17’ê Çileya 2023’an de endamekî berê yê DAIŞ’ê ji ber êrîşên qirkirinê yên li Şengalê û sûcên li dijî mirovahiyê mehkûm kiribû.

Sûcên li dijî Êzidiyan yekemcar di 30’ê Mijdara 2021’ê de ji aliyê dadgeha Alman ve weke ‘qirkirinê’ hatibû naskirin.

Piştre jî ji aliyê gelek parlamentan û saziyên navneteweyî ve qirkirin hate naskirin.

Parlamenta Alman meha Çileyê Qirkirina Êzidiyan nas kiribû.

Back to top button