Malbatên şehîd Zeyneb Saroxan û Yilmaz Şero li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker li dozgeriya edaletê ya li bajarê Qamişlo gilî kir.
Tevî ku 11 meh ser bûyerê re derbas dibin, hîna sûcdar nehatine darizandin.
Lewra malbatên her du şehîdan, li dozgeriya Qamişlo dozek li dijî dewleta Tirk vekirin.
Bavê şehîd Yilmaz, Şêro Şero û xwişka şehîd Zeyneb, Leyla Saroxan li pêş dozgeran îfadeyên xwe dan û daxwaza vekirina dozeke qanûnî li dijî kujeran kirin.
Her du malbatan eşkere kir ku ji ber civaka navdewletî êrişên tirkiyeya dagirker asteng nake, sûc û binpêkirinan li herêmê bêserûber dike û gotin:
Hêviya me di dada me de hene ku bi rêya wan em doza zarokên xwe bigihînin, dadgehên navdewletî da edalet pêk were.