Balafireke bêmirov a artêşa Tirk li ser xaçrêya gundê Til Ceman ê navçeya Girkê Legê erebeyek bombe kir. Di encamê de hevserokên Nivîsgeha Edaletê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero şehîd bûn.
Danê nîvro balafireke bêmirov a artêşa Tirk li ser xaçrêya gundê Til Ceman ê navçeya Girkê Legê erebeyek bombe kir
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê li ser hesabê xwe yê facebookê derbarê vê yekê , daxuyaniyek da.
Meclisê di daxuyaniyê de ev yek raghand : “Di vê êrişê de Hevserokên Nivîsgeha Edaletê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero şehîd bûne.”
Meclisê sersaxî ji xwe û ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rê ya şehîdan da.
Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan topbarana dewleta Tirk şermezar kir
Bi dehan şênî, endamên Kongera Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê berê xwe dan cihê bûyerê..
Li wir êriş şermezar kirin û bang li civata navnetewyî kir ku erkê xwe bi cih bînin û rê li ber êrişên dewleta Tirk bigire.
Di êrişa li dijî navçeya Zirgan de 2 welatî şehîd bûn
Li aliyê din jî dagirkeriya Tirk gundên Esediyê û Mişêrfê yên li rojavayê navçeya Zirganê bi çekên giran, topbaran kir.
Di encama topbarana de welatiyên bi navê Nayif Ebdulqadir Hiyawî û Rîma Ehmed Îsmaîl Hiyawî şehîd bûn.
Her wiha di nav de zarok 5 welatî jî birîndar bûn.