Serhildana gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 11. de didome

Xwepêşandanên ku li dijî kuştina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpêkiri di roja 11’emîn de berdewame.

Îşev carek din li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê gel daketiye qadan û bi dirûşman nerazîbûna xwe ya li dijî rejima Îranê anîn ziman.

Li li bajarê Sine û Kirmaşan ên Rojhilatê Kurdistanê gel carek din herikîne qadan û bi dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ hêrsa xwe anîn ziman.

Her wiha li Tehran û derdora wê jî li gelek cihan gel daketiye qadan û di navbera wan û hêzên rejimê de pevçûn derketin.

Li gor Kolber news’ê, îşev gel li bajarê Çabehar rûbirûyê hêzên ewlehiyê bûne û hêzên ewlehiyê neçar mane ji bajêr derkevin û avahiyên hikûmetê ketine dibin kontrola gel de.

Li gor bîlançoya herî dawî ya Rêxistina Mafê Mirov a Îranê, heta niha di xwepêşandanan de 76 kes hatine kuştin.

Rêxistinê diyar kir ku ji ber qutbûna înternetê nikarin zanyariyên zelal wergirin.

Back to top button