Artêşa Tirk gundên Eyn Îsa û Şêrawa topbaran kir

Artêşa Tirk û çeteyên wê duh derengiya şevê gundên Eyn Îsa û yên Şêrawa topbran kir.

Artêşa dewleta Tirk doh gundê Bênê yê navçeya Şêrawa bi dijwarî topbaran kir.

Heman artêşê êrişî gundê Muelek, kampa Eyn Îsa jî kir û bi dijwarî topbaran kir.

Artêşa Tirk li Girê Spî malan hildiweşîne

Kirinên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî jî bi dawî nebûne..

Ev dîmen ji Girê Spî ya dagirkirî hatine bidestxistin..

Weke ku di dîmenan de jî diyar dibe çeteyên Tirkiyê malên şêniyên ku ji wir koçber bûne hildiweşîne.

Hat ragihandin ku mala koçber Ebdurezaq El-Omer ê ji bajarokê Silûkê bi temamî hatiye wêrankirin.

Artêşa Tirk a dagirker bi rêya treksên leşkerî mal wêran kir.

Back to top button