Cemîl Bayik: PKK bû hêza parastina hemû beşên Kurdistanê

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk; di beşê 3’an a hevpeyvîna li gel Ajansa ANF, de behsa têkoşîna PKK’ê ya ji bo parastina hemû beşên Kurdistanê kir. Bayik dibêje “PKK heta niha li dijî Kurdan an jî li dijî rêxistineke Kurd bi ti hêzeke qirker û dijmin re hevkarî nekiriye.”

Têkildarî 44 saliya PKK’ê, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîla Bayîk ji Ajansa ANF re axivî.

Beşa 3’an a hevpeyvînê hat belavkirin û tê de behsa têkoşîna PKK’ê ya ji bo hemû beşê Kurdistanê tê kirin.

Bayik sedemên bandora zêde a PKK’ê li ser civata Kurd bi van gotinan nirxand:

Hin derdor îdîa dikin ku PKK’ê dest ji Kurdistanê berdaye ye. Li gorî wan biratiya gelan, neteweya demokratîk û jiyana bi hev re, destberdana ji Kurdistanê ye.

PKK’ê li ku derê dest ji Kurd û Kurdistanê bedaye? PKK bi fikir, polîtîka û çalakiya xwe, li hemberî kesên ku dixwazin Kurd û Kurdistanê bihêlin dibe asteng; Kurd û Kurdistanê li her derê diparêze.

Dema ku DAIŞ’ê êriş kir ya ku deriyê Hewlêrê parast, çû Kerkûkê û li gel pêşmergeyan di sengeran de şer kir,

Ê li Şengalê pêşî li qirkirina gelê me yê Êzdî girt, PKK’ê bû.

Dema ku DAIŞ’ê hewl da Kobanê bixîne û tevahiya Rojavayê Kurdistanê dagir bike, ya ku ji bo parastina Kobanê û Rojava bi hezaran fedayiyên xwe şehîd da, PKK’ê bû.

PKK heta niha li dijî Kurdan an jî li dijî rêxistineke Kurd bi ti hêzeke qirker û dijmin re hevkarî nekiriye.

Cemîl Bayik: Gerîllayên Kurdistanê rê nedan artêşa dagirker

Cemîl Bayik, di warê parastina Kurdistanê de bal kişand li ser berxwedana gerîlla û wiha dewam kir:

Rêber Apo bi salan e ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin ked da. Nexşeya rê ya berfireh pêşkêşî dewleta Tirk kir.

Lê belê her tim bi hewldanên kuştin û qirkirinê bersiv hat dayîn.

Li dijî vê yekê, pêvajoya şerê gel ê şoreşgerî pêş ket.

Bi vî rengî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya ku dixwaze Tevgera Azadiyê tine bike, rêya berxwedanê bi ser ket.

Şerê îro li Garê, Metîna, Zap, Avaşîn, Heftanîn û Xakurkê bi rengê fedayî dewam dike, nîşaneya vê yekê ye.

Li qadên ku dewleta Tirk pland dikir di nava 15 rojan de dagir bike, 7 meh in berxwedaneke destanî heye.

Eger ne ji piştgiriya PDK’ê bûya, çawa ku sala 2008’an ji Zapê reviyan, bêyî li pişt xwe binerin wê vekişiyaban.

Hevserokê Konseya Rêvebr a KCK’ê anî ziman “Tevî ku bi deh hezaran leşker û teknîka şer a herî giran li hemberî bi sedan gerîlayên Kurdistanê jî, dîsa nekarîn bi ser kevin û ev got:

Artêşeke bi vî rengî li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîlla ve hate rawestandin.

Gerîlla bi berpirsyariyeke dîrokî li ber xwe dan û bi ser ketin.

Şehîdên vê berxwedanê bi ser ketin.

Back to top button