Firyal Cembelî 20 sal in cotkariyê dike

Herî zêde jiyana gundan bi çandiniyê ve girêdayî ye. Hema bêje her dem di nava zeviyên xwe de çandiniyê dikin.Emê vê carê behsa Firyal Cembelî bikin.
Firyal Cembelî ev 20 salin di havîn û zivistanê sebzeyên cûrbecûr diçine.
Firyal dibêje; sebzeyên malan hemwextî di vê rewşa bihabûnê gelekî girîng in.

Firyal Cembelî 45 salî û dayika 4 zarokan e ji gundê Dêro Kevnik ê herêma Aliyan a bakurê kantona Cizîrê ye.

Ji 2 saliya xwe ve karê çandinî û cotkariyê dike.

Ew vî karî heman demê wekî girêdana bi ax û xwezayê ve jî girê dide.

Firyal û hevjinê xwe piraniya demên xwe di nava erdê de derbas dikin.

Firyal beşekê ji berhemê ji bo mala xwe radike, beşa mayî jî yan li mala xwe yan jî li sûka Dêrikê difiroşe.

Nexasim ku ji ber dorpêça li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin û kel û pel biha bûne.

Firyal Cembelî di destpêka axaftinê xwe de behsa cûreyên ku ew di nava zeviyên xwe de diçinin kir.

Bi van gotinan Firyal behsa zehmetiyên ku bi wan re derbas dibe kir.

Firyal diyar kir ku sebzeyên malan hemwextî vê rewşa bihabûnê gelekî girîng in.

Firyal Cembeli bang li jinan kir ku girîngiyê bidin çandiniyê, ji ber ku herî zêde jin ji çandiniyê sûdê werdigirin û herî zêde bi axê û xwezayê ve girêdayî ne.

Back to top button