Tirkiye ..Banka Giştî cara duyemîn destwerdan li pereyên biyanî kir

Polîtîkayên rejîma Erdogan yên jihevketî, civaka Tirkiyê hejar dike.
Erdogan yê destwerdan di Banka Giştî de dike, bûye sedema krîz kurtir bibe.
Ji bo pêşîgirtina li daketina nirxê lîreyê Tirkî, Banka Giştî di nava hefteyê de cara duyemîn destwerdan kir.
Lê vê yekê jî nekarî pêşî li bênirxbûna lîreyê Tirkî bigre.
Dolar di nava rojê de 13,80 lîreyê Tirkî derbas kir.
Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu û şandeya pêre xwestin bi serokê Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê re bicivin, lê rê li pêşiya wan hat girtin.

Li Tirkiyê krîza ji ber polîtîkayên serokê AKP’ê Recep Tayîb Erdogan êdî gihiştiye asta ku civak di nava hejariyê de bigevize.

Banka Giştî jî ya li ser biryara Erdogan tevger dike, di nava hefteyê de cara duyemîn destwerdan li pereyên biyanî kir.

Dolarê ku rojê di asta 13,60’an da dest pê kir, piştî eşkerekirina daneyên enflasyonê dest bi bilindbûnê kir û derket asta 13,80’î.

Banka Giştî piştî ku nêzî lûtkeya xwe ya dîrokî ya 13,95 lireyî bû, destwerdana pereyên biyanî kir.

Piştî vê dolar daket binê 13.50’î.

Lê vê destwerdanê jî encam negirt û carke din nirxê lîreyê Tirkiyê yê li pêşberî dolar gihişt 13.70’an.

Bênirxbûna lîreyê Tirkî bihayê pêwistiyên jiyanî qat bi qat zêde kiriye.

Tevî vê yekê jî Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) bihabûna nirxê pêwistiyan

Li gorî daneyên TUÎK di meha Mijdarê de, enflasyon 3,51 zêde bû.

Enflasyona salane ji sedî 21,31’e.

Mixalefeta Tirkiyê jî dibêje ti têkliya vê daneyê bi rastiyê re tuneye.

Rayedarên Tiuk’ê nehişt kiliçdaroglu bikeve hindirê saziyê

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû îro yekser berê xwe da navenda TUÎK’ê.

Deriyê saziyê ji Kiliçdaroglu û Alîkarê Serokê Koma CHPê Engîn Altay re nehat vekirin.

Rayedarekî TUIK’ê got, divê randevûyê bigrî.

Li ber derê saziyê di navbera CHP û xebatkarên li ber dergehê axaftinên dijber hatin kirin.

Pişte Kiliçdaroglu ji rojnamevanan re axivî û got:

Hevalên bi min re hatine, hemû kesên di dema derbasbûyî de, li ser heman xebatî kar kirî ne.

Tenê me xwest em li ser rewşê agahiyan bigrin.

Kiliçdaroglu anî ziman ku wiya dixwest bizane ku TUIK ev daneyên ku parve dike ji kur digre û li ser vê yekê jî wê pirs kiriban.

Nûnerddîn Nebatî yê bû wezîrê maliyê, bi dilsoziya xwe a li gel serokê cematê Fetûllah Gulen dihate naskirin.

Mijadar sala 2020’an Erdogan zavayê xwe Berat Albayrak ji wezîfeyê dûr xist û li şûna wî Lutfî Elvan kir wezîrê maliyê.

Back to top button