Putin: Ûkrayna di nava tevgera oparasyoneke li dijî Donbass ê de ye

Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin, li dijî piştevaniya welatên rojava bo Ûkrayna, careke din diranê xwe nîşan da. Putin got:
Tişta xuya dike ewe ku Ûkrayna li dijî Donbassê di nava tevgerek a oparasyonê de ye.

Li gor nûçeya Sputnikê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin 17’emîn civîna çapemeniyê ya dawiya salê li dar xist.

Putin di hevdîtina rû bi rû de li ser gelek mijarên wekî aborî, rojeva Ûkrayna û vîrusa Coronayê axivî.

Putin li ser aloziyên bi Ûkraynayê re axivî û wiha got:

“Tiştê ku em dibînin ev e ku hikûmeta Ukraynayê amadekariyên operasyoneke leşkerî ya nû li dijî Donbassê dike.

Bang li Rûsyayê dikin ku destwerdanê neke.

Hertim çavek me li Ûkraynayê ye ka wê çi bike û her tiştî xera bike.

Agirbesta 2020’an de pêk hatî wê dîsan bikeve meryetê

Di vê navberê de Ûkrayna û Rûsya li ser agirbesta 2020’an di peymana Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê (OSCE) de bû, careke din hatiye dirêjkirin.

Ji şêwirmendên payebilind ê Serokomarê Ukraynayê Vladimir Zelensky Andriy Yermakê diyar kir ku peymana OSCE hatiye kirin, ji bo kêmkirina aloziya li herêmê gaveke girîng e.

Ûkraynayê Rûsya bi şandina 122 hezar leşkeran li durahiya 200 kîlometre sinorî welat sûcdar dike.

Her wiha îdia kir ku 143 hezar leşkerên din jî 400 kîlometre dûrî sînor hatine rawestandin.

Back to top button