Ji ber lehiya li Selangorê herî kêm 20 kes mirin

Li Malezya barana ku bûyî sedema lehiyê bandoreke zêde li ser welat kiriye.
Li Selangorê ji ber lehiyê heta niha bêtirî 20 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Eyaleta Selangor di bin avê de maye.

Serokwezîr Îsmaîl Sabrî Yaakob li wê yekê mikur hat ku di xebatên rizgarkirina kesên di nava avê de mayî lewaz bûn.
Li gorî çapemeniya welat, heta niha ji ber lehiyê li welat 27 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Herî zêde bahoz û baranê bandor li başûr û rojhilatê welat kiriye.

Ji ber bandora lehiyê bêtirî 70 hezar kes neçar man ku ji cihê xwe koçber bibin.

Li 6 eyaletan bi tevahî 210 cih ji ber lehiyê bandor bûne.

Selangor yek ji eyaletên herî dewlemend û nifûsa xwe zêde yên Malezyayê ye.

Welatê Asyaya Başûr her sal di demsala mûsonê de, lehî lê rabûne.

Lê baranên dawî ji sala 2014’an ve, baranên herî bi bandor yên li welat bûn.

Back to top button