Yekîneyên taybet ên QSD’ê erebeyeke bombekirî bê bandor kir

Hêzên QSD’ê li bajarokê Deşîşa yê bi ser Hesekê wesayîteke bombebarkirî a çeteyên DAIŞ’ê ku ji bo êrişan amadekiribûn, bê bandor kir. QSD`ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku DAIŞ, hemwextî êrişên dewleta Tirk ên li herêmê van hewldanan dike.

Îro yekîneyên taybet ên QSD’ê li bajarokê Deşîşa ya bajarê Hesekê, erebeyek bombekirî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû amadekirin bê bandor kir.

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirn ku çeteyên DAIŞ’ê dixwestin erbeyê bigihînin Hesekê û li wir biteqînin, lê ji aliyê yekîneyên QSD’ê ve hate bê bandorkirin.

Hate zanîn ku yekîneyên QSD’ê gelek hewldanên terorîst ên DAIŞ`ê li Hesekê, Ebû Xeşeb û Reqayê têk birin.

Her wiha hate gotin ku ev hewldan hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê tê kirin.

QSD’ê di dawiyê de diyar kir ku wê hêzên wan gel li hember êrişan û ji hemû xeteriyan biparêzin.

Back to top button