Desteya Tendurstî: ji ber pêkanîna biryara qedexeyê rêjiya pêketina vîrûsê kêm bû

Biryara Rêveberiya Xweser ya derneketina derve kêm jî be rê li ber belavbûna vîrûsê girt. Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Dr. Ciwan Mistefa jî ev yek piştrast kir û biryar bi erênî nirixand.

Dr. Ciwan Mistefa dazanîn ku di encama qedexeya giştî ku hatibû ragihandin de, rêjeya pêketinê ji sedî 37 daketiye 22’an.

Dr. Ciwan Mistefa got:

Ji ber Pêbendiya gel bi biryara qedexeyê re rêjiya pêketinê kêm bû.

Mistefa dazanîn ku heta metirsiya vîrûsa corona bidawî bibe wê biryarên qedexeya beşî bidomin û ger careke din pêketiyên vîrûsê zêde bibe wê biryarên din ragihînin.

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh, qedexeya derketina derve ya beşî heta 20’ê Mijadarê ragihand.

Back to top button