Sibe Cejna Êzî ye. Bi vê boneyê TEV-DEM, PYD û KCDK-E’yê peyamên pîrozbahiyê dan.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Cejina Êzî daxuyaniyek nivîskî weşand.
TEV-DEM’ê Cejna Êzî li civaka êzidî, gelê Kurd û tevahî pêkhateyên herêmê pîroz kir û ev tişt anî ziman:
“Civaka êzidî civakek berxwedêr, têkoşer e û girêdayî nirx û çanda exlaqî, dîrokî, cejnên olî û neteweyî ye.
Em hêvî dikin ku bone û cejnên xwe bikin wesîleya hevgirtinê û yekitiya li dijî plan û siyasetên komploger.”
PYD: Em hêvî dikin cejna Êzî bibe cejna aştî û hezkirinê
Meclisa Giştî ya PYD’ê jî bi heman boneyê, peyama pîrozbahiyê da û hêvî kir ku ev cejn bibe cejna aştî û hezkirinê.
PYD’ê, bang li rêxistinên mirovî kir ku bi erkên xwe rabin û dawî li komkujî û qirkirinan bîne.
KCDK-E: Em hêvî dikin cejin bi xwe re azadiyê bîne
Hevserokên KCDK-E’yê jî derbarê heman mijarê de daxuyanî da, Cejna Êzî pîroz kir.
KCDK-E’yê hêvî kir ku cejn ji xelkê Êzidî û tevahiya Kurdistaniyan re azadî, wekhevî û statuyê bîne.