Li Hesekê komînan du holên sersaxiyê ava kirin

Di çarçoveya xebateke komînal a hevpar de, 500 malbatên li taxa El Kelasê ya Hesekê dest bi avakirina 2 holên sersaxiyê kirin. 

Ji bo sivikirina barê madî li ser malbatan di rewşa sersaxiyê de, komînên taxa El Kelasê bi hev re dest bi avakirina du holan ji bo sersaxiyê kir.

Komîteyên komînan dest bi komkirina pereyan ji şêniyan kir. Di encamê vê kar û xebatê de 8 hezar dolar hatin berhev kirin.

Her du hol derdora 500 metremukab e, yek ji bo mêran û ya din ji bo jinan e.

Endamên komîteyên xizmetguzariyê yên komînan û karkeran ji destpêka Kanûnê ve dest bi vê xebatê kir û tê payîn ku mehekê dewam bike.

Rêvberê Komîteya Xizmetguzarî ya Komîna Şehîd Minewer Xilo, Cûma Ehmed got: “Me ev yek pêk anî, ji bo ku di sersaxiyê de barên madî li ser malbatê sivik bikin”.

Back to top button