Şehba.. Ji ber dorpêçê15 hezar xwendekar bê perwerde ne

Ji ber ambargoyê li Şehbayê dibistan hatine girtin.
Berdêlên Desteya Perwerdey ya herêma Efrînê ji bo berdewamkirina perwerdeyê jî tune ye. 

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Perwerdeyê ya herêma Efrînê Fadil Çawîş derbarê vê yekê de axivî..

Fadil Çawîş dibêje: ”Ji ber dorpêçê kehrebe û înternet li herêmê tune ye..

Ji lew re em nikarin perwerdeyê bi rêya Online jî dewam bikin.”

Çawîş tekez kir ku ew hewl didin çareseriyekê peyda bikin û got:

“Gundên ku dibistanên seretayî lê hene em ê helwe bidin bi rêve bibin ..”

Çawîş hişyarî da ku eger ambargo dewam bike dibe ku nifşek bi temamî bê perwerde bimîne.

Back to top button