MAM ZEKÎ LI ŞENGALÊ BI MERASÎMEKÊ TÊ BIBÎRANÎN

15’ê Tebaxa 2018’an de di encama êrîşeke hovane ya dagirkeriya Tirkiyê de Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî şehîd bû. Mam Zekî di yekemîn salvegera şehadeta xwe de li Şengalê tê bi bîr anîn.

 

Ji bo bîranîna Mam Zekî, îro li herêma Serdeştê ya Çiyayê Şengalê merasîma bîranînê tê lidarxistin.

Di bernameyê de ji bilî malbata Zekî Şengalî, nûnerên saziyên Şengalê, şandeyê Rojava û Ewropayê û bi sedan şêniyên Şengalê amade ne.

Dema amadekirina vê nûçeyê merasîma biranînê destpêkiribû û bi axaftinan didomiya.

Doh jî ji bo salvegera şehadetê xêr hatibû belav kirin.

Her weha malbata Mam Zekî Şengalî, nûnerên sazî û dezgehên Şengalê, şandeya Rojavayê Kurdistanê û şandeya ji Ewropayê serdana gora Mam Zekî Şengalê a li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li ser Çiyayê Şengalê kirin.

Kesên serdan kirin find li ser gorê pêxistin.

Leave a Reply

Back to top button