YBŞ Û YJŞ: EM Ê XWESTEKA MAM ZEKÎ MISOGER BIKIN

Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî bi bîr anîn . Fermandariyê diyar kir ku dijmin xwest bi vê êrîşê rihê nû-vejînbûyî di nava Êzidiyan de têk bibin, Lê tekoşîna YBŞ YJŞ û sekna gel yê berxwedêr planên dijmin pûç kirin û têkoşîn mezintir bû.

 

Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî bi bîr anî.

Fermandariyê diyar kir dijmin bi êrîşa 15’ê Tebaxa 2018’an a li ser Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî xwest rihê nû vejînbûyî têk bibe.

” Bi êrîşa li ser Mam Zekî xwestin nirxê me yê di têkoşîna dijî fermanê de çêbuyî û di şexsê Mam Zekî de bûyî sitûna azadiya civaka me bi çewisînin. Plangerî bi van hesaban hatibû kirin. Lê tekoşîna YBŞ YJŞ û sekna gelê me ê berxwedêr ev planên dijmin pûç kirin û têkoşîna xwe mezintir kir. ”

Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê bi bîr xist ku îro YBŞ û YJŞ ne tenê hêzek parastina şengalê, di heman demê de hêzek di çareserî û îstîqrara Iraqê de jî xwedî rol û mîsyonek serekeye.

” Mam Zekî tovê avakirina hêza parastinê bi ked, tifaqî û biratiya gelan ve ava kir û di vê oxirê de xwe kir cangoriyê van nirxên azadiyê. Me jî di avakirina xeyalê mamê xwe de gavên tifaqî û parastinê ên pir girîng avêtin. Di her rojên têkoşîn û berxwedaniyê de em ê xwestekên Mam Zekî li ser vê axê misogerbikin.”

Leave a Reply

Back to top button