Li Amedê 12 siyasetmedarên Kurd hatin girtin

Faşîzma AKP’ê di roja cejna remezanê de jî dest ji kiryarên xwe berneda û li Amedê 12 siyasetmedar hatin girtin. HDP’ê jî ragihand ku ewê li dijî faşîzmê dest bi têkoşîneke nû bikin.

Li Amedê 22’ê Gulanê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, çalakvanên Tevgera Jinên Azad, Dayîkên Aştiyê û rêveberên KCD, HDP û BDP’ê jî di nav de 18 kes hatin binçavkirin.

Ji kesen hatin binçavkirin, piştî bi-rêveberiya polîsan lêpirsîna wan hate kirin, şandin dozgeriya Amedê.

Dadgehê ji 18 siyasetmedarên Kurd û çalakvanên jin ên hatin binçavkirin, 12 girtin û şandin girtîgehê.

HPD li dijî faşîzmê dest bi têkoşîneke nû dike

Navenda Lijneya Rêveber a HDP’ê biryar girt, li djî êrişên goristanan, tayînkirina qeyûman û operasyonên qirkirina siyasî pêngavek nû ya têkoşînê bidin destpêkirin.

HDP’ê biryar da ku bi rêxistinên demokratîk ên Tirkiyê re ji nûve tora têkoşînê ava bikin.

Back to top button