REJÎM Û OPOZÎSYONÊ GUNDEWARÊN HELEBÊ BOMBEBARAN KIRIN, BI DEHAN SIVÎL HATIN KUŞTIN

Di encamê de bi dehan sivîl hatin kuştin.
Di nava 24 saetan de karwaneke din a dewleta Tirk derbasî Sûriyê bû.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku rejîma Sûrî piştî nîvê şeva borî zêdetirî 100 moşek avêtin Xan el- Esel û komeleya kehrebê ya li başûrê gundewarê Helebê.

Di encamê de 5 jê zarok 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Çeteyên li başûrî gundewarên Helebê jî weke bersiv gundê Widêhî yê li jêr kontrola rejîmê bombebaran kir.

Ji ber vê bombebaranê jî, 12 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 15 birîndar bûn.

Ji destpêka xurtkirina asta şer li herêma bêçek ango ji 30 Nîsanê û heta niha 1654 kes hatine kuştin.

Ji van:

438 sivîl,

102 zarok

û 90 jin in.

Li aliyekî din, Çavdêriyê got; karwaneke leşkerî nû ya dewleta Tirk ji dergeha Kefer Losîn derbasî xaka Sûriyê bû.

Ev karwan ji 20 erebeyên leşkerî pêk tê û ber bi nuqteyên Tirkiyê yên li herêma qaşo bêçek ve çûne.

Di 15 vê mehê de jî karwaneke din derbasî Sûriyê bûbû.

Leave a Reply

Back to top button