Çeteyan li navçeya Şera sivîlek revand

Her diçe li Efrîna dagirkirî hovîtî û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Efrîniyan zêde dibin.
Dagirkeran bi tewanên ne rast sivîlekî ji navçeya Şera revand û hezar Lîreyên Tirk ji girtiyên gundên KeferSefrê û Kura yên Cindirêsê stand.
Li gel wê jî çeteyan, 22 hezar darên zeytûnê yên şêniyên navçeya Bililê û Cindirêsê destser kirin.

Rojane li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê sûc û hovîtiyên xwe li dijî Efrîniyan zêde dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê -Sûrî ragihand ku istixbarata dewleta Tirk a dagirker bi tewanên ne-rast şêniyê bi navê Idrîs Elî yê ji gundê Qere Tepe yê navçeya Şera revand.

Rêxsitinê da zanîn ku istixbaratê beriya niha du caran Idrîs revandibû.

Li navçeya Cindirêsê dagirkeran beriya bi çend rojan,18 sivîl ji wan 4 jin yên ji gundên Kefersê û Kura revandibûn.

Rêxistinê diyr kir ku piştî standina hezar Lîreyê Tirkî fidye, istixbartê ew berdan, ji bilî jina bi navê File Hecî Cume Kedro û şêniyên bi navê Riyad Kedro û Mehmud Hec Birîm.

Navneda Belgekirina binpêkirinan li Bakur Sûrî eşker kir ku meha Cotmeha ya derbazbûyî, ew navên 137 kesên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê revandine, belge kirin.

Navndê da zanîn jî, ji despêka dagirkirina Efrînê, navên 7 hezar û 27 kesên ku dagirkeran li Efrînê revandine hatine belgekirin, ji wan çarenûsa 2 hezar 937 kes ne diyar in.

Çeteyan li navçeyên Bibilê û Cindirêsê 22 hezar darên zeytûnê desteser kirin

Li aliyê din çeteyan desteserkirina mal û Milkên Efrîniyan û frezkirina bacan didomînin.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê – Sûrî diyar kir ku çeteyan li navçeya Bilbilê 5 hezar darên zeytûnê yên şêniyên gundê Bêkê yên ku hatine Kocberkirin, destser ser kirine.

Li navçeya Cindirêsê jî, çeteyan 17 hezar darên zeytûnê yên şêniyên gundên Qîlê, Bircikê, Çeqelê Cûmê, Miskê û Xaltan deseteser kirin.

Her wiha li navçeyên Mabeta û Raco çeteyan baca ji sedî 50 li berhemên zeytûnan ên şêniyên gundê Maimila, Kokana jorîn û ya jêrîn û Dimilya ferz kirine.

Back to top button