Li Şirnex, Mêrdîn û Amadê bi daxuyaniyan hate bîranîn

1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bakurê Kurdistanê jî bi çalakî û şahiyan hat pîroz kirin.
Rêxistinên HDP’ê yê li Şirnex, Mêrdîn û Amedê daxuyanî dan û diyar kirin ku ewê xwedî li destketiyên berxwedana Kobanê derkevin.

Bi pêşengiya Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê, bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê li baxceyê avahiya HDP’ê ya Cizîrê şahî hat lidarxistin.

Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Sabahadîn Denîz axivî û diyar kir wê pişgiriya bi berxwedanê re bidome.

Perlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr jî got,

“Em ê herdem xwedî li şoreş, sekin û berxwedana Kobanê derkevin.”

Rêxistina HDP’ê ya Mardînê jî bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de parlamenter Ebru Gunay hemû şehîdên Kobanê bi bîr anîn û got wan têkoşîn ji Kobanê dewr girtine.

HDP: Hin alî dixwazin DAIŞ’ê ji nû ve zindî bikin

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê jî têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand
ev roj û rihê piştevaniya enternasyonalîst silav kir.

HDP’ê dazanîn ku her çendî DAIŞ bi berxwedana Kobanê ji aliyê leşkerî têk çûbe jî, lê ji aliyê hişmendî de hîn jî heye û hin alî hewildidin DAIŞ’ê zindî bikin.

HDP’ê li dijî hişmendiya DAIŞ’ê banga têkoşîna hevpar li gelê Kurd, dostan, her kesên azadî û demokrasiyê dixwazin kir.

Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratik-DBP’ê jî ev roj pîroz kir û diyar kir ku şoreşa jinê ya li Kobanê bû hêviya gelên cîhanê.

HDK: Şoreşa Rojava bûye kabûsa desthilata Erdogan

Kongreya Demokratîk a Gelan-HDK’ê jî bi daxuyaniyeke 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û got:

“Berxwedana Rojava ya li dijî DAIŞ’ê azadiya gelan esas digire, jiyanê ji nûve ava dike û geş dibe. Ev berxwedanî û şoreş bûye kabûsa desthilata AKP-MHP’ê.”

Tevgera Komînîstên Şoreşger: Emê heta dawî destketiyên şoreşê biparêzin

Bi boneya salvegera Roja Kobanê ya Cîhanê, Tevgera Komunîst a Şoreşger jî daxuyaniyek nivîskî da.

Tevgera Komînîst a Şoreşger diyar kir ku ewê bi rihê berxwedana Kobanê destketiyên şoreşê heta dawiyê biparêzên.

Back to top button