Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Hikûmeta Şamê nikare me bi vê siyasetê bişkîne

Welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên Helebê nerazîbûn nîşanî dorpêç û siyaseta birçîkirinê ya Hikûmeta Şamê dan û diyar kirin wê ev dorpêç nikaribin îradeya me bişkînin.

Îro şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, derbarê dorpêça ku hikûmeta Şamê li ser wan ferz dike, daxuyaniyek da.

Endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê Mirîî Şelebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji 20 rojan ve hikûmeta Şamê ambargo li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê ferz kiriye û nahêle tiştên xwarinê û sotemenî derbasî her du taxan bibe.

Îşaret bi rewşa civakê hat kirin ku piraniya wan kedkar û xizan in, hat gotin gelek koçberên ji şer revîne li van taxan dimînin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin:

“Tevî ku depoya ard a her du taxan vala bûye û ji 5 rojan ve nan napêjin, Firqeya 4’an ji 13’ê Adarê ve nahêle ard derbasî taxan bibe.

Em siyasetên birçîkirinê red dikin, hikûmeta Şamê bi vê siyasetê nikare me bişkîne em bi rêveberiya xwe re û şopdarên rêya şehîdên xwe ne.”

Di dawiyê de bang li civata navneteweyî û NY`yê hat kirin ku rê li ber vê siyasetê bigrin.

Back to top button