Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar derbarê zext û êrîşên li ser partiyan wan de diyar kirin wê girtina partiya wan aloziyê kûrtir bike.
Hevserokan dan zanîn amadekirina fezlekeyan û girtina partiyan çareserî nîne û gotin,”Di serî de pirsgirêka kurd û pirsgirêk hemû dikarin bi pîvanên siyaseta demorkatîk werin çareserkirin. Hêza çareseriyê jî di tifaqa demokrasiyê de ye.”
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê derbarê zext û êrîşên li ser partiya wan de civîneke çapemeniyê lidarxistin.
Pervîn Bûldan diyar kir ku Erdogan bi şerê taybet welat bi rêve dibe û da zanîn Tirkiye di gelek aliyan de di nava krîzekê de ye.
Pervîn bal kişande li ser êrîşên li ser HDP’ê û got,
“Di demên dawî de zext û êrîşên li ser HDP’ê zêde bûne. AKP û MHP ji bo ser krîzan bigirin HDP kirine hedefa xwe. Ew kesên bi girtin û fezlekeyan gef li me dixwin bila baş dizanibin ku HDP partiya seyemîn a Tirkiyê ya mezin e. Girtin û betalkirina parlamenterên HDP’ê wê feydeyê nede ti kesî.”
Bûldan anî ziman ku sedema bingehîn a krîzan pirsgirêka kurd e.
Mîthat Sancar: Hêza çareseriyê di tifaqa demokrasiyê de ye
Hevserok Mîthat Sancar jî destnîşan kir li Tirkiyê krîzên herî girîng krîzên demokrasî, azadî, edalet û hiqûqê ne.
Sancar got krîza demokrasiyê tê wateyê ku ew demorkasiya hindikek jî maye ji holê rabûye. Sancar anî ziman ku hewldanên girtina partiya wan û betalkirina parlamenteriyê jî gefên mezin in.
Sancar bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo Demîrtaş û bi cih neanîna biryarê diyar kir ev yek hem Tirkiyê hem jî Dadgeha Ewropay dixe nav tengasiyên mezin.
Sancar anî ziman ku di serî de pirsgirêka kurd û pirsgirêkên li Tirkiyê hemû bi pîvanên siyaseta demorkatîk dikarin werin çareserkirin û got,
“Em hêza herî mezin a çareseriyê jî di tifaqa demorkasiyê de dibînin.”